Ji ber barîna berfê dibistan hatin tetîlkirin

Ji ber şert û mercên hewaya xerab li Qastamonû, Mûş, Bartin, Karabûk û Bêdlîsê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Qastamonû
Ji ber şert û mercên hewaya xerab li navçeyên Şenpazar û Devrekanîyê ji perwerdehîya çûnûhatinê re, li navçeya Pinarbaşiyê jî ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Mûş
Ji ber berf û cemedê li giştîyê zanîngeh, hemû sazîyên taybet û fermî ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Karabûk
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Karabûkê hat belavkirin de hat îfadekirin ku ji ber berf, cemed û şert û mercê hewaya xerab îro ji perwerdehîyê re navber hatîye dayîn.
Bartin
Li navçeya Ulusa Bartinê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Bêdlîs
Li navenda Bêdlîs û navçeyên Norşîn, Mutkî û Tetwanê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn, li navçeya Ehlatê jî ji perwerdehîya çûnûhatinê re navber hati dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Betlaneya mektebê ya 9 rojî qediya. 20 milyon xwendekar piştî tatîlê îro dest bi mektebê kirin.
Rûniştina KPSS Pêşlîsans a ku ji teref Navenda Bicîkirin, Bijartin û Pîvandinê ve hat tertîpkirin xelas bû.
Hat ragihandin encamên bicîkirinên yên YKSyê hatin daxuyandin.
Îmtîhana Hilbijartina Personelên Kamûyê ew ê îro bi rûniştinên Çanda Giştî û Qabilîyeta Giştî û bi zanistên perwerdehîyê dest pê bike.