Li Şirnexê barîna berfê tesîrdar bû

Barîna berfa ku li tevahiya welat tesîrdar bû, li Şirnexê jî tesîra xwe nîşan da. Li navçeyên bilind ên bajêr qalindahiya berfê gihîşt 25 santîmetreyan.
Barîna berfa ku li seranserê welat tesîrdar bû, li deverên bilind ên Şirnexê jî tesîrdar bû.
Piştî barîna berfê rêyên gelek gundan ji trafîkê re hatin girtin.
Gundê Yeşîlozê yê navçeya Elkêya Şirnexê û rêya Kerkurê ji çûnûhatinê re hat girtin.
Piştî barîna berfê ya bi bandor, xebatên vekirina rêyan ji aliyê tîmên rêveberiya taybet a parêzgehê ve li deverên bilind ên ku qalindahiya berfê gihaştiye 25 santîmetreyî berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Êlihê ji ber xebata rê çûnûhatina rê di yek şerîdê de dihat kirin, di rêya teng de du tir li hev qelibîn. Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, kesekî jî birîndar bû.
HUDA PARê ji bo parastina malbatê û û ji bona ku sapixtî sûc bê hesibandin pêşnûmeqanûn pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir. Di hinceta pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku divê pêşî li xerakirina exlaqî bê girtin û propagandaya jirêderketîyan bê qedexekirin.
Li Sêwasê 2 wesayîtên ku di heman rêyê de diçûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Di êrîşa çekdarî ya li dijî malekê ya li navçeya Battalgaziyê ya navendî de 2 şikdar hatin binçavkirin.