Qeredaxî: Êdî şermezarkirin têrê nakin, divê em gav bavêjin

Serokê Yekitiya Alimên Misliman a Cîhanê Prof.Dr. Alî Qeredaxî diyar kir ku alema Îslamê û bi taybetî jî alim di mijara Xezzeyê de têra xwe tesîr nekiriye û got ku tenê bi daxuyanî û şermezarkirinan têr nake û divê êdî bi rastî jî bikevin nava tevgerê.
"Konferansa Yekemîn a Yekîtiya Alimên Tirkiyeyê" ku ji teref Komîsyona Quds û Filistînê û Yekîtiya Alimên Misliman a Cîhanê ve tê organîzekirin, bi beşdariya temsîlkarên komîteyên zanistî yên ji gelek welatên cîhanê li Stenbolê dewam dike.
Serokê Yekitiya Alimên Misliman a Cîhanê Prof. Dr. Alî Qeredaxî got, "Yek ji axaftvanan got, ‘Eger îmkanên me hebûya’ me jî ji bona ku em bighêjin hezkirîyên xwe, bigotana şairekî ku dibêje, ‘Perekî bidin min, da ku ez bifirim cem evîndarê xwe’, lê mixabin em wekî ummetê bêçare ne. Êşa me her ku diçe zêde dibe û alim jî di avêtina gavên pratîk de bêçare ne. Dîsa di axavtinan de bal hat kişandin ku Yekitiya Alimên Misliman a Cîhanê bi taybetî ji Operasyona Tofana Eqsayê vir ve rolekî mezin girtîye ser milê xwe, û bang li serokên dewletan, wezîr û serokên ummetê kiriye. Hat bibîrxistin Yekîtî di vî mijarê de herî dawîn fetwayeke berfireh parve kirîye.”
Qeredaxî destnîşan kir ku di hinek hedîsan de girîngiya dîrokî û manewî ya Xezzeyê jî heye û wiha got: "Di rîwayeta ku ji Îmam Ehmed rîwayet kiriye û ji Hafiz Îbnî Hecer resen hatiye dayîn de tê gotin ku ji bajarê Askalanê (Eşkelana îroyîn) di roja qiyametê de 70 hezar şehîd wê bên vejandin û seê wan di destê wan de ji Xwedê re bibêjin, “Rebbê me, tiştê ku weedê me dikî bide me! Bê guman tu ji soza xwe venagerî!’ Xwedê jî wê ji wan re bibêje, ‘Ey Ebdên min’. Van rîwayetan qala îro dike.”
Qeredaxîyê ku bal kişand ser vê yekê ku welatên Îslamî dereng ketin tevgerê û destnîşan kir ku li hinek welatên rojavayî û heta li Emrîkayê jî ji bo Filistînê berê xwe dane kolanan.
"Gelê Xezzeyê ji bo berxwedanê hewcedarê destûra tu kesî nîne"
Qeredaxî weha got: “Em êdî ne tenê daxuyaniyan, lê belê ji bo rawestandina êrîşan gavên ku bi çavan têne dîtin dixwazin bibînin. Divê êdî gelê Xezzeyê bi tenê nehêlin. Agirbest ne bes e; Divê êrîş bisekinin, Xezze ji nû ve bê avakirin. Ummet mecbûr e vê yekê bike. Berxwedana Xezzeyê ya li hember îşxala sîyonîst û mesulîyeta welatên Ereb û alema Îslamê di vî warî de heye. Gelê Xezzeyê ji bo berxwedanê hewcedarê destûra tu kesî nîne.”
"Cîhana Îslamê û rêberên Ereb di derbarê Filistîn û Mescîda Eqsayê de hesasiyeteke têr nîşan nedan"
Qeredaxî, diyar kir ku di şerîeta Îslamê de ferqeke girîng di navbera "cîhada daxwaz" û "cîhada defkirinê" de heye û got, "Rewşa Xezzeya ku di bin îşxalê de ye û 18 meh in di bin dorpêçê de ye jî divê di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Dema ku gelê Xezzeyê di van şert û mercên dijwar de erka xwe bi cih tîne, alema Îslamê û lîderên Ereb di meseleya Filistîn û Mescîda Eqsayê de hesasiyeteke têr nîşan nedaye. Kî di vî warî de mesulîyeta xwe bicîhanît ku em jê re sipar bikin? Di rewşa mewcud de desteka ku tê dayîn qîm nake.”
"Tu gotinên kesên ku li dijî fetwaya Cîhadê bingeheke wan ê şer’î tineye"
Qeredaxî destnîşan kir ku ji ber îmamê Mislimanan mekanîzmaya destûrê tune ye û weha got: "Heke em mal û milkê xwe ji bo cîhadê xerc nekin, dijmin wê were me tune bike. Wê demê dermankirin jî çare nabe. Di vê mijarê de tişta ku tê gotin ev e ku rewşa ku em tê de ne, tinekirina maddî û manewî ye. Birayên min ên bi qîmet! Di vê mijarê de ez bi vê şeklê meşîyam. Ez naxwazim di vê meseleyê de qîyasekî bikim lê di tiştên ku ez dibêjim de îşaretekî zelal heye ku, di gotinên wan kesên ku li dijî vê fetwayê disekinin de tu bingehekî şer’î tineye. Encax tenê sedemên wan ên sîyasî dibin ku hebin. Er ê dibe ku sedemên wan ên sîyasî hebin, em rûmetê nîşan didin lê min di Quranê de û di jiyana Pêxemberê me de tu delîlekî nedît. Gelî birayên min ên biqîmet bi tevî vêya, em, wek yekîtîya aliman çli dewlet in û çi jî sazîyekî sîyasî ne. Em alîyekî ku cîhadê dikin nînin. Îlankirina cîhadê karê îdarevanan e. Ev ferqekî muhîm e. Em tenê dikarin hukmê şer’î diayr bikin. axavtinên me tenê di çarçoveya daxuyandina hukmê de ye. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim ev e. Herî dawîn em dixwazin vêya bibêjim, ji ber sekina vê welata ku em niha li vê derê ne ji wê re teşekur dikin lê em zêdetirê wî diwazin. Em ji Tirkîyeyê zêdetirê wî daxwaz dikin. Tirkîye welatekî ku qeweta wê dighêje ye. Ew dikare zêdetirê wî bike. Bi îzna Xwedê ew xwedî qeweta ku dikare bike ye.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Barîna berfa ku li tevahiya welat tesîrdar bû, li Şirnexê jî tesîra xwe nîşan da. Li navçeyên bilind ên bajêr qalindahiya berfê gihîşt 25 santîmetreyan.
Xwendekarên ji Entabê di Pêşbirka Sîyarê ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin de diyarîyan qezenc kirin, diyariyên xwe di bernameya Mewlûda Nebî de wergirtin.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di Sazîya Giştî ya Meclîsê de axivî û di axavtina xwe bang de kir ku bila ji cotkarên ku ji qeşaya zîraetê tesîrdar bûne re destek bê dayîn.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê wesayîtek gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de mirovek canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.