Şerê cîranan li Sakaryayê bû felaket: 5 mirî, 5 birîndar

Li navçeya Serdîvan a Sakaryayê di şerê çekdarî yê navbera cîranan de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Nîqaşa ku li Kolana 3167an a Taxa Beşkoprûyê di navbera du malbatan de dest pê kir zû ji şerê çekdarî veguherî.
Di şer de, Y.O., O.O. û V.Y. li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan,O.O. bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê û F.Y. jî li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.
Bi tevahî 5 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyan di bin çavdêriya polîsan de tên ragirtin.
Gelek polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hêzên ewlehiyê li derdora wê tedbîrên berfireh girtin.
4 şikdar hatin binçavkirin.
Di çarçoveya tehqîqatê de 4 şikdar di demeke kin de hatin binçavkirin, li cihê bûyerê gelek fîşekên vala û 4 çek hatin bidestxistin.
Midûrê Ewlehîya Sakaryayê Selçuk Doguş û Midûrê Şaxa Asayîşa Gel a Parêzgehê Serkan Kizilay hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin.
Derheqê şer de tehqîqateke berfireh hat destpêkirin û dewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Barîna berfa ku li tevahiya welat tesîrdar bû, li Şirnexê jî tesîra xwe nîşan da. Li navçeyên bilind ên bajêr qalindahiya berfê gihîşt 25 santîmetreyan.
Xwendekarên ji Entabê di Pêşbirka Sîyarê ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin de diyarîyan qezenc kirin, diyariyên xwe di bernameya Mewlûda Nebî de wergirtin.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di Sazîya Giştî ya Meclîsê de axivî û di axavtina xwe bang de kir ku bila ji cotkarên ku ji qeşaya zîraetê tesîrdar bûne re destek bê dayîn.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê wesayîtek gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de mirovek canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.