Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Sûrîyeyê re civîya

Serokê Herêma Kurdistanê, li Antalyayê di Korbenda Dîplomasiya Antalya de bi Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed El-Şara re civînek li dar xist.
Ji teref Serokatîya Herêma Kurdistanê ve derheqê civînê de daxuyanîyek hat dayîn.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku herdu serok jî derheqê meseleyên herêmî de axivîne.
Daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Herêma Kurdistanê ve hat dayîn weha ye:
“Îşev, în 11/04/2025 li çarçêweya beşdarîkirina Korbenda Dîplomasiya Antalya li Tirkiyê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Ehmed Elşer' Serokkomarê Sûriyê re civiya.
Li civînê de paşeroja peywendiyên Sûriye bi Iraq û Herêma Kurdistanê re li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş guftûgo kirin. Her wiha tekez li ser rûbirûbûna metirsiyên Da'îşê kirin.
Birêz Serokkomarê Sûriye dîtin û nêrîna xwe ya ji bo Sûrîye xiste rû ku hemû pêkhatên wê li xwe bigre û welatê hemû welatiyan û pêkhatên wê be û destûr mafên wan biparêze.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, ji bilî pesindana nêrîna birêz Serokkomarê Sûriye, tekez li ser girîngiya aştî û aramiya li welat û çareseriya kêşeyên siyasî kir bi awayek ku mafê hemû pêkhatên wê, bi taybetî gelê Kurd li Sûriye mîsoger bike û bibê sedema parastina aramî û tenahiya li navçeyê da.
Her li vî derbarî de birêz Serokkomarê Sûriye tekez li ser xwesta welatê xwe ya ji bo hebûna peywendiyên bihêz bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kir ku xizmetê bi berjewendiyên her du aliyan bike û yarmetîder bê li pêkanîna aramî û parastina ewlehiya li navçeyê da.
Aloziyên navçeyê û bandorên wan li ser Iraq û Sûriyê, mijareke dinê civînê bû.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Taxa Afşîna Mereşê di encama qezaya trafîkê ya ku di encama lihevketina du wesayîtan de pêk hat de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Li peravên Behra Egeyê ku navenda wê Kendava Îzmîrê ye di mezinahîya 5an de erdhejek pêk hat.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Serokê Aborîyê Mehmet Sah Gultekîn piştî felaketa cemeda çandiniyê ya ku li 36 bajaran tesîr li cotkar û hilberîneran kir, ji cotkar û hilberîneran re daxwaza başbûna lezgîn kir.
Li ser rêya Entab-Rihayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.