Tir li otobûsa gerê xist: 13 birîndar

Li navçeya Bozuyuka Bîlecûkê qezaya trafîkê pêk hat, di encamê de 13 kes birîndar bûn.
Qeza, li alîyê Çarrêya Dodurgaya ser rêya Bozuyuk-Eskîşehîrê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûsa gerê ya ku ji ger Çeneqqeleyê vedigerîya Tokatê, ji ber ferqkirina derîyê negirtî li cîhekî ewle sekinî. Di heman demê de jî tirekî ku ji heman alîyê dihat, ji paşve li otobûsê qelibî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de 12 rêwî û şofêrê tirê birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Lhat hînbûn ku rewşa birîndaran baş in.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Evîndarên Pêxember, peyama “Mewlûda Nebî” ya sala 2025an li Dîyarbekirê hat tertîpkirin parve kir. Di peyamê de derheqê meseleyên Filistîn, Sûrîye û Xezzeyê de peyamên balkêş hatin dayîn.
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Dîyarbekirê di Qada Newrozê de bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” bernameya Mewlûda Nebî tê tertîpkirin û ew bername dest pê kir.
Weqfa Evîndarên Pêxember bernameya Mwlûda Nebî ya ku îro li Dîyarbekirê tertîp dike diyar kir.
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Dîyarbekirê bernameya Mewlûda Nebî tê tertîpkirin, temaya bernameyê wek “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” hat diyarkirin û hemû hazirîyên di Qada Newrozê de dihatin kirin dawî bûn.