60 hezar Filistînî nimêja înê li Mescîda Eqsayê kirin
Nêzîkî 60.000 Filistînî tevî qedexe û astengiyên ku ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatibûn danîn nimêja înê li Mizgefta Eqsayê ya li Qudsê kirin. Di heman demê de, li dora Eqsayê tedbîrên ewlehiyê yên tund hatibûn girtin û hinek deriyên wê hatibûn girtin.
Nêzîkî 60 hezar Filistînî îro li Mizgefta Eqsayê ya li Qudsê nimêja înê kirin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku tevî qedexeyên ku ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatine danîn û xalên kontrolê yên li deriyên Mescîda Eqsayê hatine danîn jî, hejmareke mezin ji Filistîniyan ji saetên serê sibê ve gihîştine herêmê.
Hat ragihandin ku polêsên rejîma sîyonîst li deriyên ketinê kontrolên nasnameyê dikin û destûr nayê dayîn ku hinek Filistînî bikevin hundir.
Li gorî agahiyan, beşdarî nimêjê ji teref Filistîniyên ku li Qudsê û deverên 1948an dijîn ve gelek kes beşdar bûn. Hate diyarkirin ku Filistîniyan ji saetên serê sibê ve bersiva banga îbadetê ya li Eqsayê dan û ber bi herêmê ve çûn.
Li gorî agahiyan, di dema nimêja Înê de, berpirsê Mossadê Roman Gofman serdana Dîwarê Rojava kiriye û li wir hinek rîtûelan pêk aniye.
Di demên dawî de, serdegirtin û îxlalkirinên li dijî Mescîda Eqsayê zêde bûne, û tê gotin ku komên sîyonîst di bin parastina polêsan de dikevin nav vê herêmê.
Li gorî çavkaniyên herêmî, di meha Gulanê de bi hezaran sîyonîst ketine Eqsayê û hinek koman bi eşkereyî rîtûelên Talmudî pêk anîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di bûyereke trajîk de li Çola Sahrayê, ku yek ji deverên erdnîgarî yên herî dijwar ên Efrîqayê ye, herî kêm 50 kes piştî ku di qamyoneke xirab de asê man, ji tîbûnê mirin.
Digel peymana agirbestê li Xezzeyê, êrîşên rejîma sîyonîst bênavber didomin. Di êrîşên hewayî yên li bajarê Xezzeyê de du Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn. Bi van êrîşên dawî re, hejmara qurbaniyan ji dema destpêkirina agirbestê ve gihîştiye 947 kesan.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku aştiya mayînde li Rojhilata Navîn tenê bi avakirina dewleteke Filistînî ya serbixwe û serwer bi paytexta wê Quds e dikare pêk were, û got ku Moskow helwesta xwe ya li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî ya çareseriya du dewletan diparêze.