Pûtîn: Bêyî avakirina dewleta Filistînê çareseriyeke mayînde ne mimkûn e
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku aştiya mayînde li Rojhilata Navîn tenê bi avakirina dewleteke Filistînî ya serbixwe û serwer bi paytexta wê Quds e dikare pêk were, û got ku Moskow helwesta xwe ya li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî ya çareseriya du dewletan diparêze.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku helwesta welatê wî li ser meseleya Filistînê neguheriye, û tekez kir ku çareseriyek mayînde û dadperwer tenê bi avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê mimkun e.
Putin di civîna giştî ya Foruma Navneteweyî ya Hefteya Enerjiyê ya Rûsyayê de axivî û diyar kir ku Moskowa ji bo pêkanîna biryarên Neteweyên Yekbûyî berdewam dike. Putin destnîşan kir ku mafê gelê Filistînê yê avakirina dewletek serbixwe ji hêla hiqûqa navneteweyî ve tê garantîkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di bûyereke trajîk de li Çola Sahrayê, ku yek ji deverên erdnîgarî yên herî dijwar ên Efrîqayê ye, herî kêm 50 kes piştî ku di qamyoneke xirab de asê man, ji tîbûnê mirin.
Digel peymana agirbestê li Xezzeyê, êrîşên rejîma sîyonîst bênavber didomin. Di êrîşên hewayî yên li bajarê Xezzeyê de du Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn. Bi van êrîşên dawî re, hejmara qurbaniyan ji dema destpêkirina agirbestê ve gihîştiye 947 kesan.
Nêzîkî 60.000 Filistînî tevî qedexe û astengiyên ku ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatibûn danîn nimêja înê li Mizgefta Eqsayê ya li Qudsê kirin. Di heman demê de, li dora Eqsayê tedbîrên ewlehiyê yên tund hatibûn girtin û hinek deriyên wê hatibûn girtin.