Îxlalkirinên agirbestê li Xezzeyê berdewam dikin: 2 Filistînî şehîd bûn
Digel peymana agirbestê li Xezzeyê, êrîşên rejîma sîyonîst bênavber didomin. Di êrîşên hewayî yên li bajarê Xezzeyê de du Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn. Bi van êrîşên dawî re, hejmara qurbaniyan ji dema destpêkirina agirbestê ve gihîştiye 947 kesan.
Êrîşên rejîma sîyonîst li ser Zîvala Xezzeyê, ku peymana agirbestê îxlal dikin, berdewam dikin. Êvara Pêncşemê, di êrîşên hewayî yên ku li deverên cuda yên bajarê Xezzeyê pêk anîn de, du Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, Abdurrahman Şaat ê 34 salî ku di êrîşeke li ser taxa Tel el-Hawa ya li başûrê rojavayê bajarê Xezzeyê de di serê sibê de bi giranî birîndar bûbû, êvarê ji ber birînên xwe canê xwe ji dest da.
Di heman demê de, di êrîşeke bêpîlot a nêzîkî çerxa Şe'biye ya li navenda bajarê Xezzeyê de, herî kêm Filistîniyekî din hat kuştin û gelekên din jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di bûyereke trajîk de li Çola Sahrayê, ku yek ji deverên erdnîgarî yên herî dijwar ên Efrîqayê ye, herî kêm 50 kes piştî ku di qamyoneke xirab de asê man, ji tîbûnê mirin.
Nêzîkî 60.000 Filistînî tevî qedexe û astengiyên ku ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatibûn danîn nimêja înê li Mizgefta Eqsayê ya li Qudsê kirin. Di heman demê de, li dora Eqsayê tedbîrên ewlehiyê yên tund hatibûn girtin û hinek deriyên wê hatibûn girtin.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku aştiya mayînde li Rojhilata Navîn tenê bi avakirina dewleteke Filistînî ya serbixwe û serwer bi paytexta wê Quds e dikare pêk were, û got ku Moskow helwesta xwe ya li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî ya çareseriya du dewletan diparêze.