Li hinek wîlayetên Îranê ji ber bahoza qûmê dibistan û dezgehên hikûmetê hatin girtin

Ji ber bahoza qûmê û qirêjiya hewayê ku tesîrî li gelek wîlayetên başûrê rojavayê Îranê kiriye, saziyên fermî hatin girtin, seferên balafiran hatin betalkirin û perwerde dê li ser înternetê dewam bike.
Bahoza qûmê ya dijwar û zêdebûna qirêjiya hewayê tesîreke xerab li jiyana Îranê dike. Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, di çarçoveya tedbîrên ku hatine girtin de, bi taybetî li wîlayetên Loristan, Kirmaşan, Kohgiluye-Buyer Ehmed, Navend û Buşehr ên li başûrê rojavayê Îranê, dezgehên hikûmetê, banka û hemû sazîyên perwerdehîyê bi awayekî demkî hatine girtin.
Rayedaran diyar kirin ku ev biryar ji ber barîna tozê ya zêde û kêmbûna giran a hewayê hatiye girtin û ragihandin ku perwerde dê bi rêya platformên serhêl berdewam bike. Hat ragihandin ku yekîneyên servîsa lezgîn bê navber xebatên xwe didomînin.
Bahoza qûmê ne tenê trafîka bejayî lê sewqiyata hewayî jî asteng kir. Li bajarê Ehwazê yê parêzgeha Xuzistanê ya li ser sînorê Iraqê 3 sefer hatin betalkirin û 8 sefer hatin paşxistin. Rayedarên Balafirgeha Navneteweyî ya Ahwazê bang li rêwiyan kirin ku agahdariya balafiran li ser malpera fermî bişopînin.
Ji aliyê din ve rewşa hewayê ya nebaş tesîrî li piraniya welat dike û tê texmînkirin ku li 22 wîlayetan Tehranê jî di nav de baraneke dijwar bibare. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê qaşo yê rejima îşxalker, ji êrîşên ku li dijî Camîya Îbrahîmê tê lidarxistin re pêşîvantîyê dike.
Li bajara Dallasa Emrîkayê ji lîseyê de bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşa çekdarî de 4 xwendekar birîndar bûn.
Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê Alî Xamaneî derheqê mizakereyên nerasterast a ku bi Emrîkayê re tê kirin de axivî û weha got, “Em ji van hevdîtinan re çi zêdetir başkar in çi jî zêdetir xirabker in. Di encamê de xebatek û tevgerekî ku di serî de bi başîtîyê hatîye biryarkirin û baş hatîye tetbîqkirin e.”
Ofîsa Mafên Însanan ê NY, daxuyand ku li Libnanê digel agirbestê rejima îşxalker êrîşên xwe didomîne. Ji 27ê Mijdarê vir ve herî kêm 71 sîvîl hatin şehîdkirin.