Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 52 mirî

Li wîlayeta Plateauya Nîjeryayê li dijî 6 gundan bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşan de herî kêm 52 kes canê xwe ji dest dan, nêzê 2 hezar însan jî ji cîhê xwe bûn.
Hêj nayê zanîn ku ji herêma Bokkosa wîlayeta Plateau bakurê welat re çima êrîş hatîye kirin, hat destnîşankirin ku li heman herêmê ji 100î zêdetir mirov di Kanûna 2023yan de hatibûn kuştin û ji wê rojê heta niha êrîşa herî mezin e.
Sazîya Îdareua Rewşa Acîl a Netewî (NEMA), rast kir ku 52 kes mirine, 22 kes jî ji nexweşxaneyan re hatine rakirin.
NEMA, destnîşan kir ku “mirovên çekdar êrîşeke wehşî” pêk anîtin, van êrîşan dibin sedema mirin û zerarên maddî, ji ber van êrîşa “hezar û 820 kes jî ji cîhê xwe bûn. Ji bo mirovên ku ji cîhê xwe bûne re sê heb kamp hatine sazkirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Wadî El-Huceyr a başûrê Lubnanê, di encama bombebarana balafirên bêmirov ên îşxalker de kesek şehîd bû û kesek jî birîndar bû.
Di êrîşên dijwar ên çeteyên îşxalker ên danê sibehê de li ser Xezzeyê pêk anîn de, zarok jî di nav de 17 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
2 micahîdên berxwedêr ên li başûrê Cenîn ê di pevçûnên bi hêzên îşxalker re şehîd bûn.
Komîteya şopandina hêzên neteweyî û Îslamî li Filistînê bal kişand ser vê yekê ku pêşniyara nû ya agirbestê ya rêjîma sîyonîst a îşxalker, bêçekkirina berxwedanê û radestkirina girtîyan ji bo dagirkeriyê ye, lê tu garantiyek derbarê bidawîhatina şerê qirkirinê û vekişîna tam ji Xezzeyê nagire.