NY: Li Xezzeyê nêzê 400 hezar mirov ji cîhê xwe hatin kirin

Neteweyên Yekbûyî (NY), daxuyand ku ji 18ê Adara ku rejima îşxalker agirbestê xera kir vir ve li Xezzeyê nêzê 400 hezar mirov ji cîhê xwe bûn.
Berdevkê NYyê Stephane Dujarric, diyar kir ku êrîşên rejima îşxalker ên li dijî Xezzeyê bênavber berdewam dike, van êrîşan jî dibin sedema şehîdbûna gelek sîvîlan.
Dujjaric, ragihand ku di navbera şehîdan de zarok û pîrek jî hene, gelê Xezzeya ku ji cîhê xwe têne kirin di herêmekî biçûk de têne asêkirin û nikarin jî lazimatîyên xwe yên bingeh temîn bikin.
Dujjaric, diyar kir ku ji 18ê Adara ku rejima îşxalker agirbestê xera kir vir ve li Xezzeyê nêzê 400 hezar mirov ji cîhê xwe bûn.
Hat îfadekirin ku ji sedî 18 gelê Xezzeyê ji cîhê xwe hatine kirin, mirovên ku ji cîhê xwe bûne jî ne di bin ewlehîyê de ne.
Hat ragihandin ku hemû alîkarîyên însanî têne astengkirin, ji van astengîyan re vaksîn, xwarin û sotemenî jî hatîye dexilkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Wadî El-Huceyr a başûrê Lubnanê, di encama bombebarana balafirên bêmirov ên îşxalker de kesek şehîd bû û kesek jî birîndar bû.
Di êrîşên dijwar ên çeteyên îşxalker ên danê sibehê de li ser Xezzeyê pêk anîn de, zarok jî di nav de 17 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
2 micahîdên berxwedêr ên li başûrê Cenîn ê di pevçûnên bi hêzên îşxalker re şehîd bûn.
Komîteya şopandina hêzên neteweyî û Îslamî li Filistînê bal kişand ser vê yekê ku pêşniyara nû ya agirbestê ya rêjîma sîyonîst a îşxalker, bêçekkirina berxwedanê û radestkirina girtîyan ji bo dagirkeriyê ye, lê tu garantiyek derbarê bidawîhatina şerê qirkirinê û vekişîna tam ji Xezzeyê nagire.