Rayedarekî HAMASê û malbata wî li Libnanê hatin şehîdkirin

Rejima îşxalker a sîyonîst li Saydayê daîreyekî avahîyê hedef girt, di êrîşê de rayedarekî HAMASê Hasan Ferhat, kurê wî, qîza wî û pîreka wî şehîd kirin.
Îşxalkeran, li bajara Saydaya başûrê Libnanê avahîyekî sîvîlan hedef girt.
Rayedarê Hamasê Hasan Ferhat (Ebû Yaser) ku li Zaxurê dima, di êrîşa asîmanî de bi tevî malbata xwe şehîd ket.
Hat ragihandin ku piştî êrîşê şewateke mezin derket, îtfaîyeya ku hat cîhê bûyerê şewatê vemirand.
Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku di avahîyê de xesareke ciddî çêbûye.
Ev êrîşa ku sîvîl hatin hedefgirtin bû sedeme bertekan.
Çavkanîyên Libnanî, îfade kirin ku di vê êrîşê de Hasan Ferhat hat hedefgiritn û di dema êrîşê de kuştina sîvîlan jî dane ber çavên xwe.
Rejima sîyonîst derheqê êrîşê de tu daxuyanîyek neda. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, destnîşan kir ku ew ê ji koçberên neqanûnî yên ku li welatê wî ne re hinek pere û bilêta balafirê bidin.
Li Melbourne ya Awistralyayê di encama ketina helîkopterê de 2 kes birîndar bûn.
Tûgayên Îzzeddîn El Qessam daxuyand ku ew 3 tankên Merkawayê ya aîdên rejima sîyonîst îmhe kirin.
Sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê êrîşên nû pêk anîtin, di encama êrîşê de rojnamevaneke dinê jî ku navê wê Fatma Hasuneye hat qetilkirin.