Rejima qatil li Xezzeyê malbatekî tune kir: 11 şehîd

Rejima sîyonîst a qirker, di êrîşa ku li Xezzeyê pêk anît de ji heman malbatê 11 Filistînîyan qetil kir. Di nav şehîdan de pîrek û zarok jî hene.
Li gorî diyarîyên WAFAyê, balafirên rejima îşxalekr a sîyonîst, li dijî malbata “Nasyu”ya ku li herêma Tel ez-Zatera Kamp Penaberan a Cîbelîyeyê ne êrîş li dar xist.
Di dema êrîşê de xanîya malbata Nasyu bi temamî hilweşîya, li gorî diyarîyên ewil 11 sîvîl şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Di navbera şehîdan de gelek pîrek û zarok jî hebûn.
Hat îfadekirin ku li herêmê hêna jî sîvîlên winda hene. Ekîbên tenduristî û parastina sîvîlan, ji bona ku sîvîlên di bin kavilan de mane xelas bikin ketine nav xebateke mezin.
Ji 7ê Cotmehê vir ve xwîn nasekine
Rejima sîyonîst ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve bênavber li Xezzeyê êrîşên xwe didomîne, di van êrîşan de hejmarê şehîdan roj bi roj zêde dibe.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristî ya Filistînê, heta niha herî kêm 51 hezar û 65 kes şehîd bûn, 116 hezar û 505 kes jî birîndar bûn. Van reqeman jî rewşa Xezzeyê dide ber çavan.
Bêdengîya navneteweyî, qetlîamê wêrektir dike
Bêdengîya di serî de Neteweyên Yekbûyî û desteka welatên rojavayî, weka ku hedefgirtina sîvîlan teşwîq dikine.
Hedefgirtina malbata Nasyu jî nîşan dide ku rejima sîyonîst bi sîstematîkî sîvîlan û malbatan hedef digre.
Wijdana însanîyetê elarmê dide
Qetlîama li Xezzeyê tenê meseleyekî herbê nîne, ev rewş ji rewşekî krîza însanî ya kûrewî re vegerîyaye.
Xezzeyîyên ku ji xwarin, av, xizmetên tenduristî û sitargehan têne mirûzhiştin, roj bi roj bi tunebûnekî sîstematîkî re rûbirû dimînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokkomarê Sûrîyeyê Ehmed Şera li Koşka Gel a Şamê bi Mahmûd Abbas re hevdîtin kir.
Wezareta Karên Derve ya Emrîkayê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Emrîkayê û êrîşên tên çaverêkirin li wî welatî pêk werin.
Wezareta Parastinê ya Emrîkayê (Pentagon) ragihand ku di mehên pêş de hejmara leşkerên li Sûrîyeyê dê ji hezarî kêmtir bibe.
Weqfa Navdewletî ya Qudsê ragihand ku 2258 sîyonîstên îşxalker roja pêncşemiyê 18ê Nîsanê êrişî Mescîdî Eqsayê kirin û bi vê yekê ev êrîşa herî mezin ji îşxalkirina Qudsê ya sala 1967an û vir ve ye.