Zarok li Xezzeyê di bin talûkeya kêmxwarinê de ne

UNICEFê ragihand ku zarokên ku li Xezzeyê tedawiya kêmxwarinê dibînin ji ber dorpêçkirina rejîma îşxalker di bin talûkeya ciddî de ne.
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li Xezzeyê ji 18ê Adarê vir ve ji sedî 15ê navendên tedawiya kêmxwarinê ji ber fermana valakirinê û bomberdûmanê hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber girtina navendan ji ber dorpêçê jiyana 350 zarokên li van navendan di bin talûkeyeke ciddî de ye.
Hat diyarkirin ku li herêmên naverast û başûrê Xezzeyê ji bo pitikan xwarina pêvek qediyaye û ji bo mehekê tenê ji bo 400 zarokan xwarina hazir a zarokan maye.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rejîma îşxalker ji 2ê Adarê û vir ve destûr nade ku alîkarî derbasî Xezzeyê bibe û got, "Eger di hefteyên pêş de sotemenî li Xezzeyê biqede, dibe ku rêjeya gihandina ava vexwarinê ya mîlyonek kesî dakeve binê 4 lîtreyan, ev jî dibe ku malbatan neçar bike ku ava bê ewle bikar bînin û talûkeya nexweşiyê bi taybetî di nav zarokan de zêde bibe." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Wadî El-Huceyr a başûrê Lubnanê, di encama bombebarana balafirên bêmirov ên îşxalker de kesek şehîd bû û kesek jî birîndar bû.
Di êrîşên dijwar ên çeteyên îşxalker ên danê sibehê de li ser Xezzeyê pêk anîn de, zarok jî di nav de 17 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
2 micahîdên berxwedêr ên li başûrê Cenîn ê di pevçûnên bi hêzên îşxalker re şehîd bûn.
Komîteya şopandina hêzên neteweyî û Îslamî li Filistînê bal kişand ser vê yekê ku pêşniyara nû ya agirbestê ya rêjîma sîyonîst a îşxalker, bêçekkirina berxwedanê û radestkirina girtîyan ji bo dagirkeriyê ye, lê tu garantiyek derbarê bidawîhatina şerê qirkirinê û vekişîna tam ji Xezzeyê nagire.