"Em hemû ji cîhada ku erka dema me ye, bi taybetî ulema mesul in"

Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mehmet Ozer di Konferansa Yekemîn a Yekitiya Alimên Tirkiyeyê de axivî û got, "Di dema ku li erdnîgariyên Misilmanan xwîn di çeman de diherike de, em hemû ji cîhada ku erka serdema me ye, bi taybetî jî ulema mesul in."
"Konferansa Yekemîn a Yekîtiya Alimên Tirkiyeyê" ku ji teref Komîsyona Quds û Filistînê û Yekîtiya Alimên Misliman a Cîhanê ve tê organîzekirin, bi beşdariya temsîlkarên komîteyên zanistî yên ji gelek welatên cîhanê li Stenbolê dewam dike.
"Di vê xalê de, divê em ji axaftinê wêdetir biçin"
Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mehmet Ozer di axaftina xwe ya bernameya ku dê 2 rojan berdewam bike de got, “Îro divê ez bi eşkereyî bibêjim ku li vir axaftina li ser meseleya Xezzeyê ji bo min wek bar û berpirsiyariyê ye. Ji ber ku heta niha di vê mijarê de tiştek nemaye ku nehatibe gotin. Dema ku qirkirineke sîstematîk bi hemû şîddetên xwe yên exlaqî û hovane berdewam dike, dema ku qîrînên zarokan asîmanan dihejikîne, qîmanîtina tenê bi axavtinê ji bona me obalekî wijdanî û exlaqî ye. Ji salekî zêdetir e gelê Xezzeyê bi tevî zarok, pîrek, îxtîyar û micahîdên xwe yên qehreman wehşetekî ku di hişê însanîyetê de nehatîye dîtin dijîn. Mixabin me ji feryad û qîrîna wan re gohên xwe girt. Me wan terka însafa sîyonîst û hevkarên wan ên kurewî kir. Bertekên me bi giştî di erka sembolîkî de man. Herî hestyarên me jî qîma xwe tenê bi alîkarîya maddî anîtin. Hişmendiya civakî çênebû, boykoteke bi bandor a berhemên sîyonîst nehat pêşxistin. Belê, hinek derdorên îslamî hesasiyet nîşan dan, lê girseyên berfireh têra xwe seferber nebûn. Lê di vî warî de pêşengên dînî, bîr û raman, mela û mamosteyên civakê dikaribûn bi awayekî aktîftir bibûna. Ji ber ku gel goh dide bangên rêberên ku pê bawer in. Lê belê banga me têra xwe bersivê nedît. Di vê xalê de îro, divê em ji axaftinê wêdetir biçin.”
"Em hemû ji cîhada ku erka dema me ye, bi taybetî ulema mesul in"
Ozer got, "Rastiyeke bingehîn heye ku em hemû dizanin, lê divê em careke din bînin bîra xwe: Wecîbeyeke her demê li gorî dema xwe heye. Çawa ku dema roj hildiweşe yan jî dema ku baran nebare nimêja ku em bikin heye, dema ku li erdnîgariyên misilmanan xwîn weka ku di çeman de diherike bê rijandin jî, divê em cîhadê bikin û ji vê meseleyê jî di serî de ulema hemû kes mesul in. Yekîtîya Alimên Cîhanê di demeke kurt de derheqê xisûsîyeta cîhadê de fetwayek da, ev fetwa di vî warî de gelek muhîm e. Êdî mesele tenê meseleya dayîna fetwayê nîne, mesele bûye meseleya cîhada fiîlî. Biryara ku divê di vê eywanê de derkeve ev be. Em nikarin bi tertîpkirina civînan wijdanên xwe rehet bikin. Divê her civîn, her axavtin; li hemberê wan bi çalakîyek û fealîyetekî bê piştgirîkirin. Ev piştgirî jî, mînak dibe ku di warê boyqotê de civakê hişmendî bikin, mînak dibe ku di warê sîyasî de cudahîyekî çêbikin. Bi çi şeklî dibe bila bibe divê ulema pêşengîya vêya bike. Bileqs, hem em ê wezîfeya xwe ya li cem Xwedê bi cîh neynîn, hem jî ew ê di warê civakê de bawerîya me bişkê.”
"Divê em zarokên xwe bi mînaka Selaheddîn Eyyûbî ku Fatihê Qudsê ye mezin bikin"
Ozer, anî ziman ku li gel xebatên ku bên kirin divê zextên bi bandor ên raya giştî li ser rêveberan jî bê çêkirin, herî dawî ev daxuyanî da:
"Divê hemû têkiliyên bi rejîma sîyonîst re bên qutkirin; ji bo rawestandina vê zulmê di platformên navneteweyî de zextên sîyasî û dîplomatîk bên zêdekirin. Herî kêm divê cîhana Îslamê hemû qad û derfetan li ber teşkîlata sîyonîst bigire. Di dawîyê de ji bo azadkirina Qudsê ji dagirkeriyê divê stratejiyek û nexşerêyek me hebe. Ne mimkûn e ku berxwedanek bêyî plan, armanc û lêkolînan li ku derê were avakirin, bi ser bikeve. Di vî warî de divê em navendên lêkolînan ku wê îdeolojîya dijmin yanê yên sîyonîstan nas bikin bê damezrandin. Divê akademîyên ku ji neslê re Selaheddîn Eyyûbî bide naskirin bêne kirin. Divê zarokên me bi mînaka Selaheddîn Eyyûbî ku Fatihê Qudsê ye bên mezinkirin û ji vê dozê neslekî bişiûr bê perwerdekirin. Daxwazîya me ya ji Rebbê me ev e ku bila gelê Xezzeyê ku di vê rê de hemû bedêlan dane serfiraz bike. Ji şehîdên wan re rehmet be, ji birîndarên wan re jî Xwedê şîfa xêrê bide; ji ummeta ku ketîye nav xewekî xefletê re basîret û dîrayetê bide.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Sêwasê 2 wesayîtên ku di heman rêyê de diçûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Di êrîşa çekdarî ya li dijî malekê ya li navçeya Battalgaziyê ya navendî de 2 şikdar hatin binçavkirin.
Endamên ÎTTÎHADUL ULEMAyê, dikandarên Dîyarbekirê dawetî bernameya Mewlûda Nebî ya ku wê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve vê dawîya hefteyê bê tertîpkirin kirin, ji welatîyan re gul û loqiman belav kirin.
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di dikanekî de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de mirovekî canê xwe ji dest da sê kes jî birîndar bûn.