Hakan Fîdan: Polîtîkaya ku îsraîlê li Sûrîyeyê dimeşîne polîtîkaya provokasyonê ye

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan weha got, “Di warê taktîkî de helkirina hinek tiştan a îsraîlê, tehdîda mezin a ku di warê stratejîk de ji bona xwe çêdike naguherîne.”
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, stratejîyên sîyasî û leşkerî ya rejima sîyonîst a ku li Sûrîyeyê dimeşîne bi gotinên tund rexne kir.
Fîdan ji qenala UTVyê ku navenda wî li Iraqê ye re axivî, polîtîkaya Sûrîyeyê ya rejima sîyonîst wek “polîtîkaya provokasyon” nirxand, û îfade kir ku ev sekin û tewr wê tu feydeya wî ji ewlehîya îşxalkeran re jî tinebe.
Fîdan ji pirsa rojnameger ku pirsîbû, “îsraîl weka ku daîma hinek tiştan dixurîne, sînoran zordar dike. Êdî em qala axên ku ji teref îsraîlê ve hatine îşxalkirin dikin. Li gorî we ew ê van xurandinan bidomin? Ew dikarin van axan ji bo demên dirêj di destê xwe de bigrin gelo?” weha bersivê da:
“îsraîl di vî meseleyê de nîyetan dixwîne. Stratejîya ku li Sûrîyeyê dimeşîne stratejîyekî profesyonelî nîne, piranî li gorî sîyaseta hindir an jî refleksên îdeolojîkî şekil digre. Ev jî zêdetir dibe sedema bêîstîqrarîya herêmê. Heger tu bibêjî ‘ez di demên pêş de tehdîd hîs dikim’ û welatekî dinê îşxal bikî, sibe disbe wê yekî dinê jî vê tiştî ji te re bike.”
Hakan Fîdan, bal kişand ku ji bo ewlehîya herêmê divê hemû aktoran di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de tevbigere. Fîdan got, “Divê îsraîl polîtîkayeke derve ya mesul bikarbîne.”
Herî dawîn Hakan Fîdan weha got, “Polîtîkaya îsralê ji ewlehîya îsraîlê re feydeyekî nede, bileqs ew ê zêdetir tehdîdan derxîne holê. Ev polîtîka ew ê Sûrîyeyê kaşê zemînekî bêîstîqrara zêde bike. Ji ber vê yekê divê îsraîl tewrên xwe li ber çavên xwe dîsa derbas bike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Sêwasê 2 wesayîtên ku di heman rêyê de diçûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Di êrîşa çekdarî ya li dijî malekê ya li navçeya Battalgaziyê ya navendî de 2 şikdar hatin binçavkirin.
Endamên ÎTTÎHADUL ULEMAyê, dikandarên Dîyarbekirê dawetî bernameya Mewlûda Nebî ya ku wê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve vê dawîya hefteyê bê tertîpkirin kirin, ji welatîyan re gul û loqiman belav kirin.
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di dikanekî de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de mirovekî canê xwe ji dest da sê kes jî birîndar bûn.