Kabîneya Serokkomarîyê dicive

Kabîneya Serokkomarîyê wê di bin serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de bi rojeva, “Meseleyên nav welat û derveyê welat, rewşa aborîyê, qeşaya çandinîyê û micadeleya bi terorê” re bicive.
Civîn, wê di seat 15.00an de li Kullîyeya Serokkomarîyê bê tertîpkirin.
Wê di kabîneyê de krîzên navneteweyî ya di dewra dawîn de, meseleyên aborî ya li nav welat û pirsgirêkên di hilberîna çandinîyê de bêne gotûbejkirin.
Di navbera meseleyên ku wê di Kabîneyê de bêne bidestxistin de, meseleyên li Sûrîyeyê, êrîşên rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê, herba Ukrayna-Rûsyayê jî hebin.
Xeyn ji van maddeyan ew ê pirsgirêkên ku sektora çandinîyê de ji ber qeşayê pêk hatine jî werin gotûbejkirin.
Bi daxuyanîyên ku Hewuza Sîgortayên Çandinîyê (TARSÎM), destekên ku wê ji hilberînerên ji ber qeşayê zerarê dîtine re bêne kirin û ehemmîyeta sîgortayên zîraetê jî bêne nirxandin.
Ji bo biryarên di warê aborî û sîyaseta nav welat de bêne girtin çavê hemû kesan li vê civînê ye.
Piştî civîna Kabîneyê ya ku di 24ê Adarê de hatibû kirin, wê di 7ê Nîsanê de bihata kirin lê ji ber civîna MYK ya AK Partîyê hatibû taloqkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamên ÎTTÎHADUL ULEMAyê, dikandarên Dîyarbekirê dawetî bernameya Mewlûda Nebî ya ku wê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve vê dawîya hefteyê bê tertîpkirin kirin, ji welatîyan re gul û loqiman belav kirin.
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di dikanekî de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de mirovekî canê xwe ji dest da sê kes jî birîndar bûn.
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve wê di vê dawîya hefteyê (roja Yekşemê) li Parqa Newrozê bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” bernameya Mewlûda Nebî bê tertîpkirin, ji vê bernameyê re hazirî berdewam dikin.
Tê texmînkirin ku ew ê li giştîyê welat hewa xweş be, li alîyê rojavayê welat hewa wê li ser pileyên demsalê be, li rojhilata welat jî wê li derdorê demsalê be.