Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Çawa ku ji pîrekên ku dixebitin re destek tê dayîn divê ji pîrekên malê re jî destek bê dayîn

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, li Meclîsê daxuyanîya çapemenîyê li dar xist, di daxuaynîyê de rojeva hindirê welat û derveyê welat nirxand.
Dînç di daxuyanîya xwe de derheqê emperyalîzma çandî ya ku di bin navê bernameyên çandê de tên kirin, mafê teqawîtbûyî ya ji pîrekên malê re, hevdîtinên pevneçûnê ya di navbera Tirkîye û rejima sîyonîst de, teşebûsên tunekirina berxwedanê ya li hember rejima sîyonîst û sansûra Filistînê ya li ser axên Pîroz de nirxandinan kir.
Dînç derheqê pîrekên malê de îfade kir ku, “Weka ku ji pîrekên ku dixebitin re destekê tê dayîn divê ji pîrekên malê re jî destek bê dayîn, ji pîrekên ku 25 sal zewicandî mane re mafê teqawîdbûnîyê bê dayîn.”
Dînç weha got:
“Divê pîrekên ku di nava malê de emek xerc dikin, bên bi ucret kirin. Ji pîrekên ku 25 salin wek zewicandî mane re meaş bê dayîn. Divê heqê teqawîdbûyînê ji wan re jî bê dayîn. Teqdîrnekirina pîrek û xanimên malê û nedîtina emek û hewlên wan bê edaletî ye. Nedîtina xanimên bermalê ji bo saziya malbatê jî tehdîte.”
Dînç dîqet kişand ser saziya malbatê û weha got:
“Nifûs, encax di nava malbata ku tê de hizûr û aramî heye de zêde dibe. Her rojên ku diçe sedaqet kêm dibe. Zilam û pîrekên zewicandî her rojên ku diçe wek reqîp hevdû dibînin. Yekbûyîn û hereketa serbixwe di nava malbatê de zêde bûye û ev yek dikeve pêşîya çêbûna zarokan. Lewra di malbata ku bihevrebûn tê de tinebe em nikarin behsa zêdebûna nifûsê û hizûrê bikin. Divê ferdên malbatê bên bi şiûr kirin. Di vî warê de divê plan û program bên amadekirin. Divê di vî warî de bawerî û adetên me bên referansgirtin.”
Dînç li ser festîvalên çand û kultirê ku ji teref Wezareta Turîzm û Çandê hatibû lidarxistin de jî axivî û weha got:
“Di saetên dereng ên şevê de bi araq û hişbiran, bi heyat û jiyana neslên me tên lîstin û baweriya zarokên me tê xerakirin. Dîmenên ku di nava camî û hewşên camîyan de tên nîşandayîn, nuxte û rewşa çanda emperyalîzmî ya ku li ser civak û nesla me tê tetbîqkirin nîşan dide. Van bernameyên ku li ser navê festîvalan tên lidarxistin, berdana naskirina çanda me, xera kirina exlaq û çanda civaka me ye. Li ser navê çand û kultira me van festîvalan tê kirin, lê belê wan festîvalan li dijî çand û kultira me ne.”
Dînç bal kişand ser fîrmayên ku zirarê dide siheta xelkê jî û weha got: “Ev teroreka xidayî ye. Kesê ku sextekariya xidayê dike, karsaz û fabrîqe û fîrma, bi cezayên hindik tên cezakirin. Divê pêşîya vî sûcê mezin bê girtin. Divê ceza giran be. Divê yên muxattab ji cezayan bitirsin. Divê qontrolkirin bê zêdekirin. Divê kesên ku bi siheta xelkê dileyîzin û zirarê didin sihetê ji tîcaretê bên men’kirin.”
Parlementerê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç derheqê rojeva derve de jî axivî.
Dînç li ser wehşeta ku li Xezzeyê tê qewimandin de axivî û got ku hêna jî qirkirin didome.
Dînç li ser berxwedana Lubnan, Îraq, Filistîn û Yemenê sekinî û weha got: “Li dijî berxwedana ku li hember sîyonîstan tê nîşandayîn bê sekinandin hewl û xîret û xebat hene. Ji ber vê sebebê li dijî welatên ku destekvanên van komên berxwedanê ne ambargo tê tetbîqkirin. Zextên sîyasî û hetta tehdîdên leşkerî tên kirin, şantaj tên kirin. Senaryoyên ku pêşanîyê dide ewlehîya rejîma terorê li herêmê, tên çêkirin û amadekirin. Lê rastî eve ku meseleya eslî, polîtîqayên îşxalê yên berfireh yên rejîma terorê ye. Ev îşxal û êrîşên hanê, pêşî li aşîtiya herêmî û îstîqrara welatan digre û ji bo vê yekê astengiyeka mezine. Ew ji bo aşîtiya dinyayê tehdîdeka mezin e.”
Faruk Dînç got ku dengê berxwedanê dixwazin bibirin û dixwazin ku îşxala sîyonîstan li herêmê zêdetir bikin û axavtina xwe weha berdewam kir:
“Çi heyfe ku hinek hikûmetên hevkar û şerîkên rejîma sîyonîst, ji vê lîstok û planê re çanakê digre, îradeya xelkê xwe wek tine dihesibînin û taşerontiya planên emperyalîstan dike. Çareseriya rastîn, Filistîn, Lubnan, Îraq û herêmên din, divê bi hevre hereket bikin û divê li dijî îşxalkeran wek hereketeka muşterek saz bikin û îradeya berxwedaneka mezin nîşan bidin.”
Di rojeva dînç de Sûrîe jî hebû û got ku hebûna rejîma terorê li Sûrîyeyê îşxal e. Divê îzîn neyê dayîn ku ev yek bê normalkirin:
“Li gor hiqûqa navneteweyî, ev rewşa xeyrî meşrû, ji teref Tirkîyeyê ve, bi navê bi her awayî ‘mekanîzmaya bê şer û herb’ tê xwestin ku wek meşrû bê nîşandayîn. Divê îşxala rejîma terorê li Sûrîyeyê bê bidawîkirin. Divê Tirkîye bi eşkeretî û zelaltî îstîqrar û paydarbûna Sûrîyeyê û yekparçebûna wê destek bike. Di vê peyvajoyê de Tirkîye divê temamî fiîlên ku îşxala sîyonîstan li Sûrîyeyê normal bike, qebûl neke û vê yekê bi temametî red bike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Sêwasê 2 wesayîtên ku di heman rêyê de diçûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Di êrîşa çekdarî ya li dijî malekê ya li navçeya Battalgaziyê ya navendî de 2 şikdar hatin binçavkirin.
Endamên ÎTTÎHADUL ULEMAyê, dikandarên Dîyarbekirê dawetî bernameya Mewlûda Nebî ya ku wê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve vê dawîya hefteyê bê tertîpkirin kirin, ji welatîyan re gul û loqiman belav kirin.
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di dikanekî de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de mirovekî canê xwe ji dest da sê kes jî birîndar bûn.