Li bakurê Ramallahê ciwanekî Filistînî yê 18 salî şehîd bû û cenazeyê wî hat ragirtin
Li gundê Betînê yê bakurê Ramallahê, di êrîşa rejîma sîyonîst a li ser Şerîaya Rojava de ciwanekî 18 salî yê Filistînî şehîd bû. Hat ragihandin ku îşxalkeran rê li ber ekîbên ambûlansê girtin ku bikevin herêmê û cenazeyê wî ragirtin.
Di demekê de ku êrîşên hêzên îşxalker li Şerîaya Rojava berdewam dikin, vê carê bûyer li gundê Betîn ê li bakurê Ramallahê qewimî.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku Hîthem Îzzedîn Omer Hemîde yê 18 salî îro sibê di encama gulebarana rejîma sîyonîst de şehîd bû.
Karbidestên Filistînî ragihandin ku piştî gulebarankirina ciwan, îşxalekran cenazeyê wî birine û ji herêmê derketine. Li cihê bûyerê alozî derketiye û rê li ber ekîbên ambulansê hatiye girtin ku bikevin hundir. Heyva Sor a Filistînê ragihand ku ekîbên wan ên ku ji bona ku birîndaran derman bikin hewl didan bigihîjin herêmê, ji teref îşxalkeran ve hatine rawestandin.
Di heman demê de, di nav zêdebûna êrîşên li ser cepheya Şerîaya Rojava û Qudsê de, çavkaniyên Filistînî ragihandin ku tenê di meha Gulanê de, ji teref îşxalker û niştecihan ve zêdetirî 7.000 îxlalkirinên ku di encamê de gelek Filistînî hatine şehîd kirin û bi sedan kes birîndar bûne hatine qeydkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di bûyereke trajîk de li Çola Sahrayê, ku yek ji deverên erdnîgarî yên herî dijwar ên Efrîqayê ye, herî kêm 50 kes piştî ku di qamyoneke xirab de asê man, ji tîbûnê mirin.
Digel peymana agirbestê li Xezzeyê, êrîşên rejîma sîyonîst bênavber didomin. Di êrîşên hewayî yên li bajarê Xezzeyê de du Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn. Bi van êrîşên dawî re, hejmara qurbaniyan ji dema destpêkirina agirbestê ve gihîştiye 947 kesan.
Nêzîkî 60.000 Filistînî tevî qedexe û astengiyên ku ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatibûn danîn nimêja înê li Mizgefta Eqsayê ya li Qudsê kirin. Di heman demê de, li dora Eqsayê tedbîrên ewlehiyê yên tund hatibûn girtin û hinek deriyên wê hatibûn girtin.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku aştiya mayînde li Rojhilata Navîn tenê bi avakirina dewleteke Filistînî ya serbixwe û serwer bi paytexta wê Quds e dikare pêk were, û got ku Moskow helwesta xwe ya li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî ya çareseriya du dewletan diparêze.