Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 50 hezar û 810 kesan

Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 50 hezar û 810 kesan û 115 hezar û 688 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê yê Xezzeyê bi daxuyanîya ku belav kir got ku di encama êrîşên 24 seatên dawî de neaşên 58 şehîdên din jî ji nexweşxaneyan re hatin anîtin û bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li Xezzeyê şehîd ketin derket 50 hezar û 810 kesan.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku ji 18ê Adarê û vir ve ku dagirkeran agirbest binpê kir, hejmara şehîdan gihiştiye hezar û 449 kesan û hejmara birîndaran jî gihiştiye 3 hezar û 647 kesan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 58 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 50 hezar û 810 kes şehîd bûn û 115 hezar û 688 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokkomarê Sûrîyeyê Ehmed Şera li Koşka Gel a Şamê bi Mahmûd Abbas re hevdîtin kir.
Wezareta Karên Derve ya Emrîkayê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Emrîkayê û êrîşên tên çaverêkirin li wî welatî pêk werin.
Wezareta Parastinê ya Emrîkayê (Pentagon) ragihand ku di mehên pêş de hejmara leşkerên li Sûrîyeyê dê ji hezarî kêmtir bibe.
Weqfa Navdewletî ya Qudsê ragihand ku 2258 sîyonîstên îşxalker roja pêncşemiyê 18ê Nîsanê êrişî Mescîdî Eqsayê kirin û bi vê yekê ev êrîşa herî mezin ji îşxalkirina Qudsê ya sala 1967an û vir ve ye.